Banga Platformê

Xwişk û brayên hêja,

Nêzîkî milyonek kurd li seranserê Ewrûpayê dijîn. Bê gûman maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê jî wek kurd û wek ewrûpayî hene.

Pirsa Kurd û Kurdistanê, bûye pirsa Yekîtiya Ewrûpayê jî. Divê dewletên Ewrûpayê li ser çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê rawestin da ku çareserkirina vê pirsê bi tenê bi ”însafa” dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê girêdan.

Bi berpirsîyarî û bi zanîna girîngîya xebata hevbeş; sê (3) beşên civata kurd li Ewrûpa Însiyatîfa Kurdên li Ewrûpa (IKE), Platforma Neteweyi ya hêzên Bakurê Kurdistanê (PNK) û Koordinasyona Demokratik a Kurdên li Ewrûpa (DEM-KURD) di 20/21.07.2002 de biryar dan ku bi hev re bi navê Platforma Kurdên li Ewrûpa -PLATFORM- dest bi xebatê bikin.

Ji bo ku raya giştî ji vê pêngava pîroz û xebatên wê agadar be, pêwistî ji Malperekê jî hebû. Di vê malperê de ewê hemû xebat û çalakîyên her sê beşên civata kurd li Ewrûpa cih bigre.

Herweha em ji dîtin û pêşniyarê kurdên welatperwer jî vekirînin. Loma jî di vê kurtenivîsê de em bangî hemû hêz û kurdên welatperwer dikin û dibêjin me ji alîkarî û piştgirîya xwe bêpar nekin.

Adresa malperê : www.pke-platform.com
Adresa postê: pkeplatform@yahoo.com

E m b i h e v r e x u r t i n !

Azîz Aliş
aziz_alis@hotmail.com
2004.04.07

Adnan Agacanoglu
Adnan.aga@webspeed.dk
9 april 2004

M.Nureddin Yekta
nuryek@yahoo.de

13.04.2004

Daxuyanî

Bi taybetî piştê “şerê Îraqê” û bi piştîvanîya dam dezgeyên dewletî, rehperestên sîvîl û hêzên fermîyên Sûrîyê, di gelek cihan da, êrîşan birine ser Kurdan. Bi vî jî dewleta Sûrîyê dixweze dijminayetîya xwe yê li dij Kurdan nîşan bide û tevgera azadî- û mafxwezê Kurdî jî çavtirsî bike û bifetisîne. Read more…

BANG a Platforma Kurdên Li Ewrûpayê Ji bo Yekitiya Ewrûpayê û Komara Tirkiyeyê

Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.

Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di hundirê sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek kurd dijîn.

Tu miletî weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandiye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) û ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin  û piştgirîya hêzên kurdan bikin da ku çareserîyeke rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin, derkeve holê. Pirs, bi tenê bi “însafa” dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê hiştin.

Di pêvajoya berendametiya KTyê de, divê Yekitiya Ewrûpayê daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe.

Avabûna KTyê, li ser bingehên înkar û jiholêrakirina kurdan pêk hatîye. Ev xusûsîyeta KTyê ji roja avabûyînê heta îroj, bi sîyaseteke ku li ser bingehên qedexe, înkar û bi her awayî pêşîlêgirtina hebûn û pêşdeçûyîna kurdan ve avabûye, hatîye birêvebirin. Ev sîyaset îroj jî li KTyê serdest e.

Platforma Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê bawerîyê deye ku, muzakereyên di pêvajoya berendametiya KTyê û danûstendinên wê yên bi YEyê re, li ser rewş û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin, girîng û pirralî ye. Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad weke xwedîyê dozê û teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin. Dive kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv û desthilat bin.

Loma jî, di pêvajoya çareserîyeke rewa ji bo pirsa kurd û Kurdistanê de, van daxwazên li jêrîn, şertên herî kêm in ku divê berîya destpêkirina muzakereyên endamtîyê di navbera KTyê û YEyê de, ji bo bicîhanînê ji KTyê bên xwestin û YEyê jî bibe çavdêr û garantorê vê yekê. Read more…

DAXUYANÎ YA CIVÎNA GIŞTÎ YA PLATFORMA KURDÊN EWRUPAYÊ

Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî Kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê wan jî heye ku qedera xwe bi xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rêve bibe.

Îroj, nifûsa kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30yê nifûsê kurd in.

Di hundirê hidûdên Yekîtîya Ewrupayê de (YE) nêzîkî 1 mîlyon kurd dijîn.

Tu miletî weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandîye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkîye, Îran, Iraq û Surîye) û ne jî li Rojhilata Navîn aramî û demokrasî pêk nayê.

Divê YEyê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê raweste û piştgirîya hêzên kurdan bike da ku çareserîyek rewa, daîmî û yê ku ji alîyê kurdan ve bê qebulkirin, derkeve hole.

  Read more…

Birêz Celal Talabanî Sekreterê Giştî ya Yekitîya Niştîmanî Kurdistan

Di roja 1ê meha şibatê de, di roja cejna pîroz ya qurbanê de, me xeberek reş girt ku li bajarê Hewlêrê li liqa 2 ya buroya PDK û malbenda 3 ya YNK teqîna terorîstîyê çê bûye û gelek kes şehît bûnin. Di nav van şehîdana de gelek ji her du alîyan jî gelek endamên serkirdayetî û kadirên hêja wek Samî Ebdurehman, Şewket Şêxêzdîn, Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, Seed Ebdullah, Ekrem Mentiq, Ehmed Rojbeyanî, Emîd Nerîman, Şaxewan Ebbas, Xesro Şêre,Fuad Çelebî û gelek din hatin şehîtkirin. Nêzî 100 kes şehît bûnin û 150 kes jî birîndarin.

Di rojekî usa ku gelê me li bajarê Hewlêrê cejna xwe ya qurbanê pîroz dikirin û her ji bo wê munasebetê jî endamên serkirdayetî û kadirên hêja ya partîya we pêşewazîya xelkê xwe dikirin. Dijminê gelê me evîya ji xwe re firset dît û terora xwe ya qirêj ya xwekujîyê li dar xist. Read more…

Em sala 2004 an bi hev re bikin sala biserketinê

Gelê Kurd salake dîrokî, sala 2003 an li pey xwe hişt.
Kurd bi hêvîyeke mezin û bi helwestên pevkelandina hestên neteweyî pêşwazîya sala nu, ya 2004 an dikin.

·         Di salên buhurî de gelek bûyer û rûdanên girîng bi ser Gelê Kurd de hatin. Di nav alozî û labîrentên sîyasî yên li Rojhilata Navîn, di gel hemî astêngî û rêlibergirtînên dujminane, desthilatdarîya Kurdan, bi taybetî desthilatdarîya Kurdan ya li Başûrê Kurdistanê, bi helwestên xwe yên neteweyî û bi zîrekîyeke dîplomasîya navneteweyî pirsa Kurd û pirsa statuya Kurdistanê di rojeva cîhanê ya sîyasî de bi cih kir. Read more…

DAXUYANÎYA CIVÎNA PLATFORMÊ

PKE, Platforma Kurdên Ewrupayê civîna xwe pêk anî.  PKE, di civîna xwe de li ser rewşa kurdan û Kurdistanê rawestiya û encama civînê radigihîne raya giştî.

Civîn li ser  pêvajo û rûdanên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê rawestiya û metirsî û têbînîyên xwe anî zimên. PKE di civîna xwe de, li ser pirs û kêmaniyên navxweyî rawestiya û pêşnîyarên çareserkirinê pêşkêş kir.

·        Di berendametiya Yekîtîya Ewrupayê de Dewleta Tirk, bi fêlbazî û enterîkayên xwe yên kevnarê dixwaze raya giştî û ya Yekîtîya Ewrupayê careke din bixapîne.  Dewleta Tirk, di nexşeya rê ya ketina YE yê de, bi pêkneanîna krîterên Kopenhage û bi rêya pînekirina yasayên xwe ne dikare pirsa Kurdî û ne jî pirsgirêka Qibrisê çareser dike. Her weha bi vî awayî nikare krîterên endametîya YE yê pêk bîne. Read more…

Ekselans

Birêzan,
Her çawa ku di van demên dawî de haya raya giştî jî jê heye, eve çend heftenin ku di navbeyna berpirsên DAY û Tirkîyeyê de li ser şandina leşkerên Tirkîyê ji bo Iraqê hevdîtin tên çêkirin. Di daxuyanîyên  resmî de tê dîyarkirin ku, jibo ji nuhve bicihanîna asayîşa li Iraqê dê ji leşkerê Tirkîyê alîkarî bête xwestin.  Read more…

Birêz rêvebir û endamên KOMKAR

Kongra we ya 18. pîroz be.

Dabeşkirina welatê me yê şirîn di navbeyna çar dewletên xwînxwar û belavbûna gelême, çi li metropolên van welatan be û çi li piranîya welatên cîhanê be, wêneke geş û rûşen pêşkêşî me nake. Tevgere gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê gelek astengîyan da derbaz bûye û gelek evrazî û nişîvî dîtîne. Barê rêxistin û sazîyên kurdî siviktir nebûye. Tiştê ku şik têde nine, ewe ku tekoşîna gelê me di rêberîya  hêz û rêxistinên wî yên demokratîk de îro geheştîye radeyeke bilindtir. Read more…

Ji bo Yekitî Niştimanî Kurdistan

Sekreterê giştî Yekitî Niştimanî ya Kurdistan birêz  Celal Talabanî, Rêvebir, endam, û layengirên Yekitî Niştimanî ya Kurdistan.

PKE - PLATFORMA KURDÊN LI EWRUPA, Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pir xweş û bi şahnazî rizgarbûna Başûrê Kurdistan li we û hemû gelên Kurdistanî  pîroz dikin. 

Berêzan
Gelê Kurdistan di pêvajoya tekoşîna xwe de bi dehan salane, şerê rizgarîya welatê xwe di pêşengîya rêxistinên xwe de dan. Di vê pêvajo Read more…

Ji bo Partî Demokrata Kurdistan

Sekreterê giştî ya Parta Demokrata Kurdistan, birêz Mesut BARZANÎ, Rêvebir, endam, û layengirên Partî.

PKE - PLATFORMA KURDÊN EWRUPA,  Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pir xweş û bi şahnazî rizgarbûna Başûrê Kurdistan li we û hemû gelên Kurdistanî  pîroz dike. Read more…

JI BO PARLEMENA KURDISTAN

Birêz, serokê Parlamento û Parlementerên hêja!

Bi rêz û silavên xwe, bi dilekî pirr xweş û geş em rizgarbûna başûrê Kurdistanê pîroz dikin.  

Parlementerên hêja û bi rûmet: Gelê me bi hemû awayî li başûrê Kurdistanê gehîştîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet Çavên gelê Kurdistanê li çar alîyê cîhanê li ser başûrê welat e û dilê wan jî li başûrê Kurdistanê lê dixe.

Ev rewşa, bê guman hêvî û bawerîyek mezin dide gelê me, yê kû bi sedan salane ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê par maye. Cîhê şanazîyê ye ku kurd îro li çar hawîdorên dinyayê bextewar û serbilindin. Pêk hatina vê serkevtinê  bi xusarekî herî biçûk teybetên cihê serfirazî û şahnazîyê ye. Read more…

Mafên Kurdan ji bîr nekin !

Operasyoneke li dijî diktatorê Rejima Iraqê Saddam Husên, bi rojan û bi saetan ve hatiye girêdan. Êdî  baþ diyar dibe, bandora vê oprasyona ku dê pêk were, bi Iraqê sînorkirî namîne û dê bibe sedemên gelek rûdanên din.

Tu milet û welatan ji kurdan bêtir ziyan û zerar ji destê terorê nedîtiye. Kurdan di gel sîyasetên qirkirinê heta îro xwe paraztine. Kurd þer naxwazin, weke her miletê dunyayê dixwazin bi azadî bijîn û bîryara pêþeroja xwe bi xwe bidin. Ta ku kurd negihên mafên xwe yên rewa, ne li Kurdistanê, ne li dewletên dagirkerên Kurdistanê û ne jî li Rojhilata Navîn, aþtî, aramî û demokrasî pêk nayê. Read more…

KADEK’in cinayetlerine karşı sessiz kalmayalım.

Yurtsever insanlar, özgürlük ve barışdan yana olan güçler,
Son dönemde, kamuoyuna yansıdığı kadarıyla KADEK yöneticileri, muhaliflerine yönelik baskı ve sindirme politikasını artırarak sürdürüyor. KADEK yönetimi, İmralı’daki Öcalan’ın emir ve direktifleri doğrultusunda, “İmralı Konsepti olarak” da bilinen “Demokratik Cumhuriyet” projesine karşı çıkan üye, gerilla ve taraftarlarını tutukladığı, baskı ve işkence ile teslim olmaya zorladığı ve teslim olmayanları öldürdüğü biliniyor. Bu politikanın son kurbanları ise, Faruk Bozkurt (Nasır) Berzan Dürre (Harun) ve İskender adlı Güney Batı Kürdistan’dan bir gerilla. Read more…

Heta Tirkîye kriterên Kopenhagê bê şert û merc bi cih neyîne, bila tu qewl bi Tirkiyê re neyê dayîn.

Dewleta tirk piştî damezrandina komara ”modern” a tirk û heta niha gelên cîhanê xapand. Taybeten gelê kurd jî bi nisbet mafên wî yên bingehîn,  li ser axa xwe hate xapandin.

Heta gelê kurd wek netewe li welatê xwe ango li  Kurdistanê neyê nasîn,  pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin. Di Rojhilata Navîn de tevî tirk, ereb û farisan milletê kurd yek ji gelekî herî mezinin. Nifûsa Kurdan digihîje 40 milyonî û kurd li ser axa xwe, li Kurdistanê dijîn ku welatekî qasî Fransêyê ye. Tenê li Tirkîyê ji 20 milyonî zêdetir kurd dijîn. Read more…

Ji Birêz Serokê Partîya Demokrat Kurdistan Kek Mesud Barzanî

Ji Birêz Sekreterê Gîştîyê Yekitîya Niştimana Kurdistan Birêz Mam Celal Talabanî, 

Birêzan,
Weke hemû Kurdên li dinyayê, ew kesên ku li jêr ev daxuyanîyê îmzekirine, li ser lihevkirina we ya bi Peymana Waşingtonê gelek kêfxweş û dîlşad bûn. Ev pêngava dîrokî, ji hêlekê ve bû bersîva hêz û dewletên ku dixwazin gelê kurd ji holê rakin û ji hêla dinê de, ji bo dostên Kurda bû mesajeke dostayî û dilgermîyê. Helbet ya herî girîng, manewîyat û xwebawerîya civaka kurdan bi hêz kir ku ev yeka bi fidekarîya we rû da. Read more…

Ji birêz Roj Nuri Şawêş Serokê Parlamentoya Kurdistanê re

Em bi navê Platforma Kurdên Li Ewrupa vebûna Parlamentoya Kurdistanê ya di 4/10-2002 ê pîroz dikin û rêz û silavên xwe yên bratîyê ji hemû alîyên ku xizmeta pêk anîna vê roja pîroz re dişînîn.

Gelê kurd jî wek her gelek di cîhanê de, xwedîyê mafê pêşerojeke ronî û serfiraz e. Mixabin hin caran sîyaset û helwestên şaş dibe sedemê tarîbûna pêşeroja van gelan.

Ev gava pîroz û bi rûmet berî hemî tiştî moral û hêvîyên gelê kurd li her çar alîyên cîhanê bilind kir. We xewna hemû kurdan kir rastî û we bawerîyên kurdan nûjen kir.

Ev gav dikare ji bo wan kurdên ku di bawerîya xwe sist bibûn, bibe hêvîyek nûjen û dîsan bikarin xizmetê ji bo gelê xwe bikin. Read more…

Li hember planên qirêj ya Tirkiyê dengê xwe bilind bike!

Dewleta Tirkiye neziki 80 sal in hebuna kurdan, ziman, kultur u folklora wan resmi inkar kir. Gelê Kurdistanê di nav van 80 salan de bi hemû awayê daxwazên xwe yên ji bo mafên xwe, bi serhildanan cûrbecûr anî zimên. Hemû rejîmên ku îdareya Tirkiye destê wan de bû, bi hovîtî êrîşê van serîhildanên kurdan kirin. Bi sedhezaran welatperwerê kurd di vê rêyê de şehîd ketin, welatê me Kurdistan wêran bû lê rejîma dagîrker ji sîyaseta xwe ya asîmîlasyonê gaveke jî paşde ne avêtin. Tirkiye bi vê hovîtîya xwe ne tenê zilm li kurdan kir lê herweha bi metoda şer aborîya xwe jî anî noxteya îflasê. Read more…

Ji raya giştî re Daxuyanî

Nûnerên sê beşên civata kurd (Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf,  Koordinasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa- DEM-KURD) di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê civiyan. Nûnerên her sê beşên civatê li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrûpayê rawestiyan.

Civînê diyar kir ku miletê kurd yek ji miletên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe. Read more…

Birêz Mesud Barzanî Serokê PDK

Birêz Celal Talabanî Sekreterê Giştî ya YNK  Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji ber serketina we ya îro derheq îmzekirina Qanûna Bingehîn ya Iraqê,  spasîyên xwe yên germ pêþkeþî we dikin û we ji dil pîroz dikin.  Peymana 8 ê adarê mohra xwe ya dîrokî li ser pêvajoyeke nuh lêdixe, wek hingav rojên ronahîyê li ber neteweyê me vedike. Read more…

Stoppa Turkiet, Iran och Syriens aggressionsplaner mot kurder i irakiska Kurdistan

Saddams regim är på väg att ta slut för gott. Bagdad intogs av koalitionsstyrkor. Kurdiska och amerikanska trupper har redan tagit kontroll över kurdiska städerna Kerkuk, Khaneqin och Mousol. I alla dessa städer möttes kurdiska pershmerga styrkor med folkets jubel. Irakiska soldater kapitulerade utan att göra märkbar motstånd.

Kurdernas militära närvaro i Kerkuk, Mousol och Khaneqin har orsakat starka känslor hos den turkiska regimen vars utrikesminister hotar med militärt ingripande mot kurder om kurder inte lämnar dessa städer. Läget är för närvarande mycket spänt och oroligt. Read more…

Fördöm våldet mot KDP och PUK Stöd kurdernas krav för en federal lösning i Irak

1 februari 2004 blev en ny svart dag för kurder. Terrordåd mot KDP och PUK högkvarter i Arbil krävde hundratals döda och sårade. Många av våra ledande politiker blev offer i dådet. Vi fördömer det avskyvärda dådet.

Oavsett vem eller vilka som ligger bakom detta illdåd kommer det inte påverka kurdernas ansträngning för sina rättmättiga strävan för att uppnå en federal lösning i irakiska Kurdistan. Read more…

Kurdiska riksförbundet kräver omedelbara åtgärder mot flyktingspionaget

Det har avslöjats att Saddams regim har haft spioner som regelbundet försåg regimen med information om kurdiska, assyriska och arabiska flyktingar och dess demokratiska och politiska verksamhet i Sverige.

Trots att massmedian har publicerat en rad officiella dokument som visar hur dessa personer genom att arbeta t exempel inom migrationsverket verkat som agenter för den irakiska regimen har vi inte hört några reaktioner från den svenska regeringen. Även säkerhetspolisen har varit tyst om spionaget. Read more…

Slut på Saddams tyrannvälde

Den 14 december 2003 blev redan en historisk dag inte bara för oss kurder utan för hela mänskligheten då en fruktansvärd epok av terrorvälde går i graven i och med Saddam greps levande. Den barbariska regimen som är ansvarig för användning av kemiska vapen mot civila kurder, Anfall kampanjen som har krävt över 200 000 kurders liv är äntligen på fall. Detta innebär att en ny möjlighet för ett demokratiskt och federal Irak är närstående för kurder och andra nationaliteter.

Det är vår förhoppning att Saddams ”saga” blir ett bra exempel för de andra diktatorer och militärregimer i regionen. Iran och Syrien har i åratal utövat liknande metoder som Saddam mot kurder och andra oppositionella krafter i landet. Turkiet som gärna vill framhäva sig som en västerländsk demokrati har likaså framstått som en förtryckarregim i många avseende. Read more…

Stoppa Turkiets nya aggressionsplaner i Irak

Diskussionerna kring Turkiets militära inblandning i Irak började långt innan USA och dess allierades beslut att avlägsna Saddam ledda regimen i Irak. Turkiets parlament röstade då emot regeringsförslaget att skicka turkisk trupp till Irak. Över 90 % sades vara emot kriget i Irak. Utgångspunkten hur Turkiets ställningstagande skulle utformas berodde helt och hållet på huruvida kurderna i norra Irak skulle utgöra en maktfaktor eller ej. Kurdernas alltmer starka makt position i Irak och irakiska Kurdistan blev mer och mer ett allvarligt bekymmer för Turkiet. Hela stats och militärapparaten i Turkiet koncentrerade sig på en enda punkt nämligen göra nya planer för att förhindra utformandet av en kurdisk federativ statsbildning i Norra Irak. Turkiet nöjde sig inte med detta utan var även bekymrad över kurdernas makt dominans inom det styrande rådet i Irak. Read more…

Fördöm Turkiets behandling av kurdiska jordbävningsoffren

Fördöm Turkiets behandling av kurdiska jordbävningsoffren

Internationella hjälpsändningar når inte de kurdiska jordbävningsoffren

1 maj inträffade en kraftig jordbävning i den kurdiska staden Bingöl i turkiska delen av Kurdistan.. Närmare 190 kurder flesta av dem skolbarn från en internatskola omkom medan hundratals skadades och tusentals kurder blev hemlösa. Hjälpsändningar började strömma in till området från omvärlden. När de drabbade kurderna inte fått den hjälp dem behövde började folkmassorna att protestera mot de nonchalanta turkiska myndigheter med stadens borgmästare i spetsen. Read more…

BER BI DANÎNA KORDÎNASYONA DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA

Rêxistinên kurdî yên ku li welatên Ewropa di warên cihê de dixebitin, piştî civînên Stock­holm, Wupertal û Parîsê, di 30’ê Xeziranê li Kolnê civiyan.

Piştî minaqeşeyên fireh li ser Danezanê, ku paş civîna Parîsê hatibû amadekirin, beşdarên civîna Kölnê biryara danîna Kordînasyona demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser bingeh û prensîbên wê li hev kirin.

Read more…

Ji Komîteya Amadekirina Bibîranîna Mustafa Barzanî re

Di destpêka Adara 1979an de, Pêþewayê Gelê Kurd yê mezin, General Mustafa Barzanî xwe spart dilovaniya Xwedê.

Ew qehremanê ku hê neh mehî bû, di zindanên Diyarbekir de êþa li gel dibe tam kir, di zarotiya xwe de termên birayê xwe Þêx Ebdulselam li dergehê Mûsilê bidardakirî bi çavên xwe dît, di xortaniya xwe de, bi gotina birayê xwe Þêx Ehmed Barzanî û li ser daxwazê, di hawara Serhildana Çiyayê Agirî de, li mintîqeya Oramarê, bi kemalîstan re þer kir û bi helwesta xwe ya di avakirina Komara Kurdistanê li Mehabadê de gava pêwîst bû, bê perwa, wek eskerekî, tev li hevalên xwe ket xizmeta Komarê, xweþ diyar dike ku rêberekî Kurdistanî bû. Read more…

Ji bo Parti Demokratî Kurdistan

Birêz rêvebir, endam û layengirên Parti Demokratî Kurdistan

Îro em hemû 57 salîya salgera Partî Demokratî Kurdistan pîroz dikin. Ev roje li hemû gelê kurd û Kurdistaqnê pîroz be.

57 sal berî niha, gelê  kurd li dest û banî, çîya û newalên Kurdistanê bi hêvîyeke girs, bi bîr û bawerîyek qayîm ji bo azadîya xwe di kozik û çeperan da bûn. Îro dîsan gelê kurd li kozik û çeperan da ye lê besek ji xewn û xîyalên gelê kurd di pêsengîya hêz û rêxistinên gelê kurd teybeten Partî Demokratî Kurdistan ketine jîyanê. Read more…

Berêz Mesud Barzanî Serokê Parti Demokratî Kurdistan

Cîhê daxêye, roja cejna kurbanê dijminên gelê kurd dîsan wek hemû caran qurbanên xwe ji rêber û mêrxasên gelê kurd bijart.

Xwekujên terorîst Hewlêra qehreman bi xwîn kirin û sahîya gelê kurd ya olî kirin sîn û xwastin ewreke res bêxin ser Kurdistana azad a ges û xwes.

Bê guman vê bûyerê her kurdekî welatparêz êsand. Dilê mirovatî û asîtîxwazên cîhanê jî êsand. Lê bila terorîst û paspalên wan qet sa nebin.

Gelê kurd dê cîhê sehîden cejna qurbanê yên nemir, Samî Abdurahman, Sewket Sêxêzdîn, Parêzere Hewlêr, Kaymaqamê Hewlêr, Saxawan Abbas, Xesro Sêra û sehîdên me yen din zûtirîn wext tejî bike. Read more…

Berêz Mam Celal Talabanî, Sekreterê gistî Yekitî Nistimanî Kurdistan

Cîhê daxêye, roja cejna kurbanê dijminên gelê kurd dîsan wek hemû caran qurbanên xwe ji rêber û mêrxasên gelê kurd bijart.

Xwekujên terorîst Hewlêra qehreman bi xwîn kirin û sahîya gelê kurd ya olî kirin sîn û xwastin ewreke res bêxin ser Kurdistana azad a ges û xwes.

Bê guman vê bûyerê her kurdekî welatparêz êsand. Dilê mirovatî û asîtîxwazên cîhanê jî êsand. Lê bila terorîst û paspalên wan qet sa nebin.

Gelê kurd dê cîhê sehîden cejna qurbanê yên nemir, Samî Abdurahman, Sewket Sêxêzdîn, Parêzere Hewlêr, Kaymaqamê Hewlêr, Saxawan Abbas, Xesro Sêra û sehîdên me yen din zûtirîn wext tejî bike. Read more…

KØBENHAVN MØDETS ERKLÆRING

Vi er kurdere fra Nord Kurdistan som bor i Danmark. Vi repræsenterer en lang rakke politiske organisationer og også enkelt personer, PKK er dog udelukket fra kredsen. Som følge af de sidste par års politiske udvikling i Tyrkiet har vi i januar 2001 besluttet at afholde et møde i København, ligesom lignende møder er afholdt i andre europiske lande af  kurdere fra Nord Kurdistan bosiddende i disse europæiske lande. Ved mødet i København blev vi enige om at danne et udvalg, der har til formål at oplyse offentligheden om vores synspunkter med en erklæring fra det samlede møde. Read more…

Ji bo rêvebir, endam, alîgir û dostên PDK – Bakûr

Hevalên hêja !

Serokê giştî yê partîya we birêz Hemreş Reşo ji nav heval û hevgirên xwe, dostên xwe, barkir û ket nav karwanê Şehîdên Kurdistanê û çû ser dilovanîya xwe. Gava mirov dibê Şehît; cara yekemîn, mêrxasên ku çek li destan di enîya şer de jîyana xwe fedayî gel û welat dikin tê bîre mirov. Lê gava mirov kûrtir difikire; gelek mêxas bi awayek din dibin şehîdê welatê xwe. Read more…

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Xebata ji bo avakirina însiyatîfên kurdên li Ewrupayê encam da û komîteyên însiyatîfên heft (7) welatan ( Swêd, Danimarka, Elmanya, Ingiltere, Fransa û Swisre) di 5ê meha 5an ya 2001ê de li Elmanya li bajarê Bottropê hatin ba hev û Komîteya Koordînasyona Kurdên li Ewrupayê- KKKE avakirin. Berpirsên komîteyên welatan sererast bûne endamên KKKEyê.

PNK-Bakur (Platforma Neteweyî ya Hêzên Bakurê Kurdistanê) beþdarî civîna li Bottropê bû û piþtgiriya avakirina KKKEyê kir. Komîteyên însiyatîfên kurdên li Ewrupayê û PNK-Bakur biryar dan ku li Ewrupa, temsîliya Neteweyî ya kurdan pêk bîne. Ji bo vê temsîliyê, beþdariya sê beþên civata kurd pêwîst hate dîtin. Her weha du beþên civata kurd, temsîliya hêzên siyasî û temsîliya însiyatîfên kurdên li Ewrupayê di civînê de amade bûn. Divê; ev her du beþên civatê, ji bo pêkanîna beþê civata kurd ya sisiyan, Temsîliya dezgehên demokratîk û neteweyî, bixebitin. Civînê bangî hemû hêz, rêxistinên siyasî, dezgeh-sazî û kesên welatperwer kir ku Kurd,  di vê dema pêwîstîya neteweyî pê heye de alîkarî, tevkarî û piþtgiriya hev bikin. Read more…

NEWROZ PÎROZ BE!

Miletê kurd û tevgera wî ya neteweyî û demokratîk di qonaxeke dijwar re derbas dibe. Dagirkerên Kurdistanê, bi armanca têkbirina bidestxistinên gelê Kurd û şolîkirina mafên wî yên neteweyî, êdî bi eşkereyî destên xwe dixin nav kar û rewşa her aliyên Kurdistanê.

Bidestketinên li Başûr, hêjayî û serbilindiya gelê kurd e. Dijminên der û dor, bi hemû hêzên xwe ji bo têkbirina vê bidestxistinê kar dikin. Destdirêjkirina jîyana Franso Herîrî, perçeyek ji lîstikên têkbirina statuya Başûr e. Ji bo dost û neyar bizanibin herêma Kurdistanê ne bêxwedi ye, divê gelê kurd nemaze jî hêzên Başûr bi helwestên xwe vê provakasyonê û hêzên tarî yên li pişt vê bûyerê eşkere bikin û tevkariya xwe bi hêz bikin. Li Rojhilatê Kurdistanê, gelê kurd, di gel hin guhertinên biçûk hê jî ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e. Li Başûrê Biçûk jî gelê Kurd heta nuha, di gel xebata bi dehên salan, tu mafên xwe yên demokratîk, siyasî û civatî bidest nexistiye Read more…

JI RAYA GIŞTÎ RE

Siyasetmedar û ronakbîrên ji Bakurê Kurdistanê ku li Swêdê rûdinin, li ser rewşa kurd û Kurdistanê, piştî danûstendin û devjengiya di çend civînan de, di 14.10.2000 î de Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê-ÎKS damezirandin.

Dewleta Tirkiyeyê, di pêvajoya berendamiya YE (Yekîtiya Ewrupayê) de, li ser pirsa Kurd û Kurdistanê heta nuha tu biryarên lihevkirin û peymanên navneteweyî bi cih neaniye û hewl dide ku kirasekî demokrasiyê li siyaseta xwe ya kevnar û şoven bike. Dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe ya resmî wek ya kurdan, di rojeva Ewrupa û dinyayê de bi cih bike. (Hewldanên Dewleta Tirkiyeyê encam da û navê kurdan û pirsa Kurdistanê di Belgenameya Tevlêbûna Yekîtiya Ewrupayê ya 8.11.2000î de, nehate nivîsandin.) Mixabin, perçeyê Kurdistanê yê mezin, ango Bakurê Kurdistanê, di vê pêvajoya girîng de ku kurd ne li ser hev û bê desthilat in, bi tirkan re dibe “ewrupayî” û bi vî awayî ji perçeyên Kurdistanê yên din tê veqetandin. Loma, pêwîstiya dengbilindkirina kurdên welatperwer, rexistinên siyasî, demokratîk û neteweyî xwe nîşan dide, da ku kurd, li ser çarenivîsa xwe, di dema pêwîstiya biryardayinê de, desthilatdar bin. Read more…

Birêvebirên Pîrozkirina 58 salîya KOMARA KURDISTANÊ li MAHABADÊ

Komara Kurdistanê li Mahabadê bûyereke bi jiyana xwe ya kurt, bi tevayî di dîroka Kurdistanê de bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê bi tîpên zêrîn cih girtiye û nimûneyeke yeksan e.

Bi rêberatîya pêşewa Qazî Mihemmed berîya 58 salan damezrandina vê Komara Kurdistanê, heta îro jî rêberîya bidestxistinên kurdan dike.

Îro jî pêwiste ku tevgera neteweyî ya kurdan ji encamên vê bûyerê dersan werbigre, sedemên têkçûna wê şîrove bike, di nivîsandina dîroka Kurdistanê de cihê wê yê taybetî biparêze û ji hêjayîyên wê sûd werbigire. Read more…