DAXUYANÎYA CIVÎNA PLATFORMÊ
Filed under: Platform
PKE, Platforma Kurdên Ewrupayê civîna xwe pêk anî. PKE, di civîna xwe de li ser rewşa kurdan û Kurdistanê rawestiya û encama civînê radigihîne raya giştî.
Civîn li ser pêvajo û rûdanên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê rawestiya û metirsî û têbînîyên xwe anî zimên. PKE di civîna xwe de, li ser pirs û kêmaniyên navxweyî rawestiya û pêşnîyarên çareserkirinê pêşkêş kir.
· Di berendametiya Yekîtîya Ewrupayê de Dewleta Tirk, bi fêlbazî û enterîkayên xwe yên kevnarê dixwaze raya giştî û ya Yekîtîya Ewrupayê careke din bixapîne. Dewleta Tirk, di nexşeya rê ya ketina YE yê de, bi pêkneanîna krîterên Kopenhage û bi rêya pînekirina yasayên xwe ne dikare pirsa Kurdî û ne jî pirsgirêka Qibrisê çareser dike. Her weha bi vî awayî nikare krîterên endametîya YE yê pêk bîne.
· Dewleta Tirk eşkere bi destên kurdên pêgirtîyên xwe dixwazin bidestxistinên kurdan yek bi yek têk bibin û tevgera Neteweyî teslîm bigrin û bê deng bikin. PKE diyar kir ku Gelê Kurd tu caran vê yekê qebûl nake.
· Encama 12 salan û piştî hilweşandina rejima Baas û dawî anîna xwînrêjiya dîktatorîya Sadam Husên, desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê di siyaset û birêvebirina xwe de gavên hêja û berbiçav avêtine û davêjin. PKE alîkarîya xwe ji bo desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê eşkere kir û bi hevîya çareserkirina pirsên navxweyî piştgiriya yekkirina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dike.
PKE yê di civîna xwe de biryara avakirina Meclisa Şêwrê da. Taybetmendiya vê Meclîsê ev e ku dezgehên demokratîk û neteweyî yên Kurdistanî, beşdarîyê tê de bikin û bi hev re bikaribin nûnerayetîya Kurdan li Ewrupayê xurtir bikin .
PKE yê di civîna xwe de biryar li ser eşkerekirina Manifestoyeke Neteweyî da. Ev Manifestoya Neteweyî, dê bi broşûrekê pêşkêşî Civîna Giştî bibe û encama wê piştî civînê dê ji raya giştî re bê diyar kirin.
Civînê, jibo efektîfkirina xebat û çalakîyên PKE yê li welatên Ewrupayê biryara avakirina Komîteyên Kar da. Komîteyên Kar ji beşên Platformê yên li welatan pêk tê. Her weha biryara avakirina sîteya Platformê hate dayin.
Civînê bi yekdengî ji bo beşdarbûna Civîna Giştî (Meclîsa Şêwrê), biryar da ku bangî dezgeh û hêz û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî PKE yê mane, bike.
Mijdar 2003
PKE
- Platforma Kurdên li Ewrûpa -