Ji raya giştî re Daxuyanî
Filed under: Platform
Nûnerên sê beşên civata kurd (Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf, Koordinasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa- DEM-KURD) di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê civiyan. Nûnerên her sê beşên civatê li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrûpayê rawestiyan.
Civînê diyar kir ku miletê kurd yek ji miletên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe.
Tu kes û welatan weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandiye. Ta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Turkiye, Iran, Iraq û Sûriye) ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.
Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê jî. Divê dewletên Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin da ku çareserkirina vê pirsê bi tenê bi “însafa” dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê girêdan.
Di pêvajoya endametiya Turkiyeyê de, divê Yekitiya Ewrûpayê daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe. Di danûstendinên endametiya Turkiyeyê de, kurd teref in. Di pirsa kurd û statuya Kurdistanê de dive kurd xwedî desthilat bin.
Civîne girîngiyek bi taybetî da bidestketinên li Başûrê Kurdistanê. Kurdên Başûr eve 11 sal in û li ser beşeke axa xwe ya azad îdareya xwe bi rêve dibin. Her sê beşên civata kurd piştgiriya daxwaza “Di Iraqeke Demokratîk de Kurdistaneke Federe ”, ya kurdên Başûr dikin. Dive Yekîtiya Ewrupayê û mueseseyên din yên navneteweyî daxwaz û hesasiyetên ku pirsên navneteweyîde nîşan didin, di pirsa kurd û Kurdistanê de jî nîşan bidin.
Bi berpirsiyarî û zanîna girîngiya vê xebata hevbeş, her sê beşên civata kurd biryar dan ku bi navê Platforma Kurdên Ewrupayê-PLATFORM, dest bi xebatê bikin.
Platform bi vê daxuyaniya ji raya giştî re bangî hemû hêz û welatparêzên kurd dike û li hêvîya alîkarî û piştgiriyê ye.
Civînê biryar da ku her sê beşên civatê bi hev re:
- Li welatên Ewrupayê komîteyên kar ava bikin.
- Ji bo vê xebatê broşûr û bulten bêne weşandin û Web-Site ava bikin.
- Seminer, panel, konferans û şevahengan pêkbînin.
- Ji bo diplomasî û lobîyeke kurdî kar bê kirin.
- Li ser pirs û pirsgirêkên kurdên li Ewrupayê yên nasnameyî, civakî û çandî rawestin.