JI RAYA GIŞTÎ RE

Siyasetmedar û ronakbîrên ji Bakurê Kurdistanê ku li Swêdê rûdinin, li ser rewşa kurd û Kurdistanê, piştî danûstendin û devjengiya di çend civînan de, di 14.10.2000 î de Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê-ÎKS damezirandin.

Dewleta Tirkiyeyê, di pêvajoya berendamiya YE (Yekîtiya Ewrupayê) de, li ser pirsa Kurd û Kurdistanê heta nuha tu biryarên lihevkirin û peymanên navneteweyî bi cih neaniye û hewl dide ku kirasekî demokrasiyê li siyaseta xwe ya kevnar û şoven bike. Dewleta Tirkiyeyê siyaseta xwe ya resmî wek ya kurdan, di rojeva Ewrupa û dinyayê de bi cih bike. (Hewldanên Dewleta Tirkiyeyê encam da û navê kurdan û pirsa Kurdistanê di Belgenameya Tevlêbûna Yekîtiya Ewrupayê ya 8.11.2000î de, nehate nivîsandin.) Mixabin, perçeyê Kurdistanê yê mezin, ango Bakurê Kurdistanê, di vê pêvajoya girîng de ku kurd ne li ser hev û bê desthilat in, bi tirkan re dibe “ewrupayî” û bi vî awayî ji perçeyên Kurdistanê yên din tê veqetandin. Loma, pêwîstiya dengbilindkirina kurdên welatperwer, rexistinên siyasî, demokratîk û neteweyî xwe nîşan dide, da ku kurd, li ser çarenivîsa xwe, di dema pêwîstiya biryardayinê de, desthilatdar bin.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê bi vê mebestê, ji aliyê welatperweran û bi alîkariya rêxistinên siyasî hate damezirandin.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê bangî hemû kes û rêxistinên siyasî, demokratîk û kulturî dike; da ku kurdên li derveyî welêt, ji bo koordînasyon û yekîtiya xebatên siyasî, demokratîk û neteweyî hewildanên xwe geştir bikin.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê, piştgiriya tevger û tekoşîna ji bo bidestxistina mafê neteweyî yê Miletê Kurd, li her çar aliyê Kurdistanê dike, bidestxistinên kurdan diparêze.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê di wê baweriyê de ye ku hemû hewildanên legal yên ji bo bidestxistina maf û azadiyên kurdan, li Kurdistanê û Tirkiyeyê tevdigerin û hemû aliyên welatparêz divê bikaribin di partiyeke siyasî ya legal, ya ku bi tenê ji bo armancên xwe bixebite û bi dîsîplîn û organên xwe bê îdarekirin de, bên ba hev.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê, piştgiriya bidestxistina mafê avakirina partiyên siyasî yên legal, yên bi nasnameya kurdî û bi program û daxwazên xwe bi rê ve diçe, dike.

Însiyatîfa Kurdên Li Swêdê, bi damezirandina xwe re, ji bo piştgirî û hevkariyê, bangî hemû kes û rêxistinên kurd dike da ku di vê pêvajoya ku kurd, bêyî kurdan tê bazarkirin de, dengên xwe bi hev re bilind bikin.

14.10.2000 

IKS
ÎNSÎYATÎFA KURDÊN LI SWÊDÊ