Li hember planên qirêj ya Tirkiyê dengê xwe bilind bike!
Filed under: Platform
Dewleta Tirkiye neziki 80 sal in hebuna kurdan, ziman, kultur u folklora wan resmi inkar kir. Gelê Kurdistanê di nav van 80 salan de bi hemû awayê daxwazên xwe yên ji bo mafên xwe, bi serhildanan cûrbecûr anî zimên. Hemû rejîmên ku îdareya Tirkiye destê wan de bû, bi hovîtî êrîşê van serîhildanên kurdan kirin. Bi sedhezaran welatperwerê kurd di vê rêyê de şehîd ketin, welatê me Kurdistan wêran bû lê rejîma dagîrker ji sîyaseta xwe ya asîmîlasyonê gaveke jî paşde ne avêtin. Tirkiye bi vê hovîtîya xwe ne tenê zilm li kurdan kir lê herweha bi metoda şer aborîya xwe jî anî noxteya îflasê.
Piştî 80 salan, li ser daxwaza Yekîtîya Ewrûpayê, li Tirkiye guherandinên yasayî pêk hatin. Gava mirov van guherandinên ku li raya giştîya YE de wek hingavên erînî tên nirxandin, baş biêre dibîne ku careke din rejîma Tirkiye dixwaze hem YE, hem kurdan û hem jî raya giştî ya Tirkiye jî bixapîne. Mantixa esasî di van ”guherandinên” yasayî de dîsa wek berê berdewamîya sîyaseta înkarê ye. Ji alîyekî dixwazin mesajeke bidin YE ku pêvajoya demokrasî li Tirkiye ketiye rê. Xedexeyên li ser zimanê kurdî rabûye. Lê di alîyê din de naxwazin peyva ”kurdî” bikeve protokolên resmî.
Rejîma Tirkiye piştî van guherandinan bi du bûyeran rûyê xwe yê qirêj careke din derxist holê. Sefera delegasyoneke Swêdî ya ji Partîyê Keskan ji bo Kurdistana Başûr ku ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkiye hate astengkirin. Ya duwemîn jî êrîşên li hember Kurdistana Başûr.
Rejîma dagîrker ji 1991 heta îro bi her awayê xwestiye destkewtîya sîyasî ya Kurdistana Başûr ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe wan her metodî bikar anîne. Lê îdareya Kurdistana Başûr van demên dawîyê bi sîyaseteke zelaltir li hember planên qirêj ya Tirkiye helwestên xwe dîyar kirine. Loma jî îro hemû partîyên sîyasî yên Tirkiye, tevî ku nakokîyên wan î hundirîn heye, hêzên xwe yek kirine û êrîşa PDK Irak û daxwaza kurdên Başûr dikin. Êrîşên wan hem tehdîtkar e hem jî dîmenşoneke nuh jî tîne holê. Tirkiye behsa Kerkuk û Musulê wek bajarên turkmenan nîşan didin û di wî warî de îdareya Kurdistana Başûr tehdît dikin. Em van tehdîtan bi tundî rûreş dikin û bi her awayî emê çavsorîya rejîma Tirkiye mehkûm bikin.
Gelê Kurdistanê her roj zêdetir hêjayîya hest û destkewtîyên xwe yên netewî dizane û wê tu car rê nede ku zerareke biçûk jî li hember wan bikeve jîyanê.
Em banga raya giştî ya gelê Kurdistanê dikin ku bi tundî li dij planên dewleta dagîrker Tirkiye bisekinin.
23.08.2002
Platforma Kurdên Ewrupayê
PKE - PLATFORM
(Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrupayê-Însiyatîf, Koordinasyona Demokratîk a Kurdên Ewrupa- DEM-KURD)